Milîsên HBDH'ê: Em ê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê parçe bikin!

Milîsên HBDH'ê çalakiyên xwe dewam dikin û diyar kirin ku wê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê parçe bikin.

Milîsên Ramazan Guleken ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, "17'ê Çileyê êvarê saet di 22:00 de li Amed/Egîlê me xeta elektrîkê ya ku elektrîk dibir ji herêma wezîfedarên faşîst a dewletê, bi bombeyan bi hewa xist."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şidandin û hate gotin, "Em ê vê têkoşînê bi çalakiyên xwe mezin bikin. Em ê dengê girtiyên şoreşger bi çalakiyên xwe bigihînin kedkaran. Em ê sîstema tecrîdê ya Îmraliyê parçe bikin."