Milîsên HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li dijî Febrîqeya Rûn a li xwe girt

Milîsên HBDH'ê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şoreşgerî ya Şehîd Sînan Dersim de li navçeya Tarsûsê ya Mersînê li dijî Febrîqeya Rûn çalakiya sabotajê li dar xistine.

Di daxuyaniya Milîsên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya pêngava tolhildana şoreşgerî ya Şehîd Sînan Dersim de milîsên me 27'ê Gulana 2021'3e li navçeya Tarsûsê ya Mersînê li qada Pîşesaziya Organîzeyî, li dijî Febrîqeya Rûn ê Medenî çalakiyeke sabotajê kirin.

Di encama çalakiyê de febrîqe bi temamî şewitî û xisareke mezin a aborî li febrîqeyên li derdorê jî bû."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê Milîsên HBDH'ê berxwedana gerîla hate silavkirin û bang li bindestan hemûyan hate kirin ku bi têkoşîna gerîla re bibin yek û mêtingeriya Tirk a faşîst têk bibin.