Milîsên HBDH'ê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Hrank Dînk ên ser bi HBDH'ê li Enqereyê agir berdan febrîqeyekê ku madeyên sotîner çêdikir.
Milîsên Hrank Dînk ên ser bi HBDH'ê li Enqereyê agir berdan febrîqeyekê ku madeyên sotîner çêdikir.
Li ser çalakiyê daxuyaniyek hate weşandin û hate gotin, "11'ê Çileyê danê êvarê saet di 22:00 de li Enqereyê, milîsên me li hemberî hedefeke aboriyê ya faşîzmê çalakiya sabotajê kirin. Milîsên me li navçeya Kazan a Enqereyê li sîteya Saray Kerestecîlerê ku madeyên sotîner çêdikir, çalakî kirin. Di encamê de agir bi febrîqeya ji 3 qatî ket û teqiya. Welê li febrîqeyê hat ku nema dikare bê bikaranîn."