Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH'ê çalakiya bersivdanê lidar xistin
Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH'ê ji bo hilanîna tola Erdem Aşkan ê 5 salî ku bi wesayita leşkerî hate qetilkirin, il Sêrtê li hemberî wesayita polîsan çalakiya sabotajê kirin.
Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH'ê ji bo hilanîna tola Erdem Aşkan ê 5 salî ku bi wesayita leşkerî hate qetilkirin, il Sêrtê li hemberî wesayita polîsan çalakiya sabotajê kirin.
Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH'ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku li Sêrtê wesayiteke bi tîpa Ranger a polîsan li Sêrtê şewitandin û îmha kirin.
Hate ragihandin ku çalakiya sabotajê şeva 9'ê Hezîranê hatiye lidarxistin û hate gotin, "Li taxa Kûrtalan Kultur, li pişt AVM Aymar, wesayita Ranger a bi plaqeya '56 AD 597' ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin û bi temamî hate îmhakirin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî ji bo hilanîna tola Erdem Aşkan ê 5 salî hatiye lidarxistin û hate destnîşankirin ku ji Berkîn Elvan heta Erdem Aşkan wê hesabê hemû zarokên hatine qetilkirin bipirsin.