Çav lê bû ku midurê girtîgehê yê bûye sedema şewitîn û mirina 13 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ji peywirê bê girtin, hat aşkera kirin ku cihê wî guhertine.
Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk ji NTV’yê re axivî û got; midurê Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê ji peywirê nehatiye girtin, tayîna wî dane cihek din. Çelîk bilêv kir ku, “Îdîayên Midurê Girtîgeha Rihayê ji peywirê hatiye girtin ne rastin. Di biryarnameya biharê de tayîna wî derketiye, ev tayîn tê pêkanîn.”
Çelîk diyarkir ku, “Ger kêmasiyek ya rêveberiya girtîgehê hebe tişta pêwîst dê bê kirin.” Çelîk îdîakir ku, vekolîn zêde dom nake, her wiha aşkera kir ku, piraniya nûçeyên ku di çapemeniyê de derketîn nerastin. Çelîk destnîşan kir ku, tejîbûna girtîgehan rewşeke ku li tevayî Tirkiyeyê heye. Me girtîgehên neguncawî şert û mercên mirovahî diyarkirin. Çelîk parast ku, dema girtîgeh tên girtin bertek çêdibin. ji bo wan bajaran debarê tine. Çelîk îdîakir ku, ew hewil didin ku şert û mercên mirovahî li girtîgehan bi afirînin. Her wiha diyarkir ku, ew dê 196 girtîgehên din jî çêbikin.
Pêr di demjimêrên şev de ji ber ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê perwaneyê koxişa C-15 jêvekir, girtiyan serhildan kir. Di encama serhildanê de agir derket û 13 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Germahiya hewayê ku 40 pileyî zêdetire, di koxişa 6 kesî 18 kes tê de diman.