Serok dewletê berê yê Misrê Hisnî Mibarek, sala borî di serhildanên li dijî wî hatî pêkanîn de bi kuştina xwepêşandana hate sûcdar kirin û cezayê heta heta li girtîgehê lê hate birîn.
Hisnî Mibarek ku di encama serhildanên gel yên di 25’ê Çileya 2011’an neçar ma ku îstîfa bike, doza ku bidarezandina sûcdarkirinên cûda destpê kiribû bi dawî bû.
Mibarek ku ji aliyê dadgeha taybet ve dihate darezandin bi kuştina bi sedan xwepêşandêran hate sûcdarkirin û bi muebetê hate darezandin. Dozgeriyê di derbarê Mibarek de cezayê darvekirinê xwestibû, her wiha Mibarek jî îdîakiribû ku ew bêsûce.
Serokê Dadgehê Ahmet Refaat, hêjan biryar aşkera kir ne kirî, ji ber rageşiyên di salonê de navber dan rûniştinê.
Li Qahîrê di demjimêrên serê sibehê de bi sedan dijber û alîgirên Mibarek li ber deriyê dadgeha taybet kombûn. Ji bo di navbera alîgiran de pevçûn dernekeve, bi sedan leşker û polîsan ewlekariyên berfireh girtin. Lê belê piştî aşkera kirina biryarê, di navbera muxalîfên ceza kêm dîtin û polîsan de pevçûn derketin. Pevçûnên ku polîsan bombeyên gazê bikaranîn didomin.
Di serhildana gel ya di Çileya 2011’an li dijî desthilatdariya Hisnî Mibarek ya 30 salan de 850 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku li dijî xwepêşandêran bikaranîna guleyên rastîn ji aliyê Mibarek ve hatiye dayîn.
Di derbarê kurên Mibarek, Ala û Cemal, Wezîrê Navxweyî yê berê Habîb el Adlî û 6 şefên polîsan yên li gel Mibarek hatin darezandin jî biryar hêjan nehatiye aşkera kirin. Lê belê li bendêne ku di derbarê 8 kesan de jî cezayê giran yê girtîgehê lê bên birîn.
Mibarek û kurên wî Ala û Cemal jî li Girtîgeha Tora ya binav û deng ya li paytext Qahîreyê diminîn.
Hisnî Mibarekê 84 salî ku li nexweşxaneyek taybet tê ragirtin, di komploya navnetewî ya 15’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rolekî girîng leyîstibû.