Mexdûrê Pozantiyê T.T. serbest hat berdan

Mexdûrê Pozantiyê T.T. serbest hat berdan

Dîwana Dadgehê ji mexdurê Girtîgeha Pozantiyê T.T. re bi îdîayên "Li ser navê rêxistinê sûc kir", "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li dijî polîsan rabû" 7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê dayê û pişt re biryara tehliyeya wî da.

Rûniştina T.T. ê ku di Girtîgeha Pozantiyê de rastî îstîsmara zayendî û şîdeta fîzîkî hat û pêkutiyên bi serê wî hatibûn vegot, hate binçavkirin û hate girtin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat. Parêzerê T.T. û malbata T.T. tevlî rûniştinê bûn. T.T. di rûniştinê de parastin kir û wiha got: "Ji ber tiştên hatin min serê min travma derbas kir û hêj jî ez di bandora wê deme me. Ez xwe baş hîs nakim. Tu eleqeya min bi bûyerên tê gotin tune ye. Dayîk û bavê min nexweş in. Ez dixebitim û li wan dimeyzînin. Ji ber ku ez hatim girtin ew jî pirsgirêkan dijîn. Ez û malbata xwe mexdur in."

Prz. Tugay Bek jî diyar kir ku muwekîlê wî nexweş e û wiha got: "Helwesta wî ya xwekujiyê heye û têklidarî vê yekê de ji Nexweşxaneya Hêrs û Rihê ya Edeneyê rapor girt. Ez dixwim muwekîlê min tahliye bibe." Heyeta Dadgeh piştî parastinan bi îdîayên "Li ser navê rêxistinê sûc kir", "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li dijî polîsan derket" ji T.T. re biryara 7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê dayê û pişt re biryara tahliyeya wî da.

T.T. di 7'ê adarê de hatibû girtin û berê jî hêj 16 salî li Girtîgeha Pozantiyê 2 caran girtî mabû. T.T. bûyerên tacîz û îşkenceyên yên li Girtîgeha Pozantiyê hatibin serê wî ji DÎHA'yê re vegotinbûn.