Mexdurê Pozantiyê T.T. di nameya nivîsand de wiha got: "Min di vî temenî de gelek êş kişandin. Dewleta tirk ji tiştên bi serê min bê berpirsiyar e. Kurd û tirk bira ne. Lê dewlet tirk her tim nijadperestî kir. Lê em ji wan re tawîz nedan û her tim têkoşiyan. Ji ber ku me her tim daxwaza aştiyê kir. Êdî ez diçim çiyayên azad."
Zarokê Kurd ê bi navê T.T. di sala 2009 de hate girtin, pêşî li Girtîgeha Kurkçuler û paşê jî şandin Girtîgeha Pozantiyê. T.T. yek ji wan zarokên ku tecawiz û skandala li Pozantiyê deşîfre kiribû. T.T, piştî ku tiştên di girtîgehê de qewimîn ji nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Ozlem Aguş re vegot, gelek caran hate girtin û li rastî zextan hat.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê T.T., di nameya ji xizmên xwe re hiştî de wiha got: "Min di vî temenî de gelek êş kişandin. Dewleta tirk ji tiştên bi serê min bê berpirsiyar e. Kurd û tirk bira ne. Lê dewlet tirk her tim nijadperestî kir. Lê em ji wan re tawîz nedan û her tim têkoşiyan. Ji ber ku me her tim daxwaza aştiyê kir. Êdî ez diçim çiyayên azad."
T.T., di berdewamiya nameya xwe de wiha destnîşan kir: "Ez T.T. Ez ji vir diçim. Ji tiştên bi serê min bê dewleta tirk berpirsiyar e. Ji ber ku min di vî temenê xwe de gelek êş kişandin. Parastina zimanê xwe, dibû sedema gelek sûcdarî û zextan. Lê ez tu caran ji têkoşîna xwe xemsar nebûm. Kurd û tirk bira ne. Lê dewlet tirk her tim nijadperestî kir. Lê me ji wan re tawîz nedan û her tim têkoşiyan . Ji ber ku me her tim daxwaza aştiyê kir.
Êdî ez diçim çiyayên azad. Bila dewleta tirk ji xwe fedî bike. Gelê kurd teqez dest ji têkoşîna xwe bernade. Ez diçim çiyayên azad. Ez tevlî têkoşîna gelê kurd dibim. Dewleta tirk dê hesabên êşên bi min dan jiyîn bide. Ez dê her tim serbilind bim. Bila hemû cîhan bizane. Heta azadiya Serok Apo em dê têkoşîna xwe bidomînin. Ez soz didim gelê kurd û hemû gelan."