Parlementerê AKP’ê yê Semsûrê Mehmet Metîner ragihand ku ji ber ku tu ewlehiya canê wî tune ye, nikare bê parazvan li herêma xwe ya hilbijartinê bigere.
Metîner ji rojnameya Cumhuriyetê re axivî û got; “Niha li başûrê rojhilatê welatê êdî azadiya seyahetê ji holê rabûye. Ez weke parlementerekî ne xwedî azadiya seyahetê me ku biçim li wir seyahetê bikim. Ez weke parlementerekî ji ber ewlehiya cane xwe nikarim bi qasî dixwazim bi rehetî li herêmê bigerim.”