Meşa Aşitiyê ya ji aliyê redkarê Wijdanî Halîl Savda ve ji Roboskiyê hate destpêkirin, berdewam dike. Meşa aşitiyê li bajarê Tirkiye Osmaniyeyê li rastî êrîş û astengiya polîsan. Ji ber vê êrîşê Savda û hevalên xwe dê giliyê Waliyê Osmaniyeyê û polîsan bikin.
Meşvanên meşa Aşitiyê ya ji Roboskî bo Enqereyê ji aliyê Halîl Savda ve hate destpêkirin û li Osmaniyeyê li rastî êrîşa polîsan hat. Halîl Savda û hevalên xwe Serap Halvaşi, Îbrahîm Yaylali, Mevre Conger û Abdulhekîm Bagiş, diyar kirin ku ewê li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê giliyê Waliyê Osmaniye Celalettîn Cerrah û polîsên peywirdar ên li Midûriyeta Emniyeta Polîsan a Osmaniyeyê bikin.