Meşa hawirdorê ya ku ji aliyê Yekitiya Xizmeta Hawirdorê ya Amedê (DÎÇEB) ve hate organîzekirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Serokê DÎÇEB’ê Metîn Kilavuz ev helwest şermezar kir û wihagot: “Em vê astengkirin wekî heqeret li dijî hawirdorê dibînin”….
Bi wesîleya 5’ê hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê zarokan xwest ji Anitparqê berbi Sumerparqê ve bimeşin. Lê Waliya Amedê destûr neda meşê. Meş ji aliyê DÎÇEM, Serokatiya Daîreya Parastina Hawirdorê ya Şaredariya Mezin û Yerel Gudem 21’ê ve hatibû organîzekirin de gelek kes tevli meşê bûn. Wekîla şaredariya mezin Hafîze Îpek, serokê DÎÇEM Metîk Kilavux, seroka Daîreya Xizmetên Civakî Muazzez Onuk Onder û xwendekarên dibistanê tevli meşÊ bûn. Girse li Anitparqê hatin cem hev. Xwestin bimeşin Sumerparqê. Lê poLîs destûr neda. Li ser vê Metîn Kilavuz daxuyanî li Anitparqê da.
Kilavuz wiha pê deçû: “ Sala borî jî me heman meş pêk anî. Lê îsal Walitiyê destûr neda. Em vê astegiyê li dijî hawirdorê wekî heqeretê dibînin. Em vÊ rewşê şermezar dikin. Di 5’ê hezîrana 1972’an de Roja Hawirdorê a Cîhanê hat qebûlkirin. Ji ber vê her sal konferans tên lirdaxistin û banga hestiyariyê tê kirin.li gel vê cîhan her diçe hildiweşe. Xerabûna ekolojiyê, xizanî, birçîbûn, qirêjî û germahiya global her roj zêde bibe. ranta kapîtalîzma global cîhanê tehdît dike. Petrol, rezervên madenê û çavkaniyên avê tên talankirin. Bi çêkirina bendavaka ekosîstem xera dibe. Tirkiye jî van xebatên xwe yên texrîbatê didomîne.
GAP MIROVAN XIZAN DIKE
Kilavuz got mînaka vê texrîbatê ya herî berbiçav projeyên GAP’ê ye û wiha got: “Ev projeya ku pêşveçûna gel hedef dike ekosîstemê xera dike. Di çarçoveya GAP’ê de li Heskîf, Farqîn û Munzurê bendav tê çêkirin projeyên HES’ê dîrokê tune dike. Dîsa li Mersîn û Sînopê santralên nukleerê yên tên plankirin jiyana xwezayî û tenduristiyê tune dike. Ev proje bi armanca karê tê kirin. li şûna van porojeyan divê çavkaniyên ernejiyê yên alternaftîf bê afirandin. Em dixwazin ev proje di deme nêz de bê rawestandin û pêşî li texrîbata xwezayê bê girtin. Xweza çavkaniya jiyana me ye.”
Piştî daxuyaniyê girse belav bû.