Meşa dirêj ya ciwanên kurd di roja 3’emîn de ye

Meşa dirêj ya ciwanên kurd di roja 3’emîn de ye

Meşa Dirêj’ ya ciwanên kurd ên li Ewropayê di roja 3’emîn de ye. Meşa dirêj di 8’ê îlonê de li Manheîm dê bi mîhrcana Çand a Kurd bi dawî be.

Li bajarê Strasbourg a Fransayê di 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê de Meşa Dirêj dest pê kir û di roja 3’emîn de ye. Ciwanên kurd duh gihiştin Bajarê Kehl a Almanyayê û ji bo biçin Rheînau ketin rêz. Di dema meşê de dirûşmeyên ‘Almanya fînanse dike, Tirkiye bombe dike’, ‘ Ji bo Ocalan azadî’ hatin berzkirin. Polîsên Almanyayê di derketine Bodersweîer de mudaxaleyê ciwanan kirin. Polîs dest danî ser nasnameya 3 ciwanan. Ji ber vê yekê ciwanan çalakiya runiştinê pêk anî û piştî pirsgirêk çareser bû meşê berdewam kir. Ciwan duh saet di 19.00’an de gihiştin Buhl.

Ji welatên cuda yên Ewropayê nêzî 200 ciwanî tevli meşê bûn. Ciwanên k udi meşê de posterekî mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildane daxwaza azadiya Ocalan dikin. Ji bajarê Hamburg yê Almanyayê 3 ciwanên otonom jî bi armanca piştevahiyê tevlî meşê bûne.