Meşa ber bi Otela Madimakê ve
Di salvegera Komkujiya Otela Madimakê de ku 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê hate kirin, li bajêr çalakiyeke bîranînê tê lidarxistin.
Di salvegera Komkujiya Otela Madimakê de ku 2'ê Tîrmeha 1993'an li Sêwasê hate kirin, li bajêr çalakiyeke bîranînê tê lidarxistin.
Meşa li bajêr bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal tê lidarxistin.
Bi vê çalakiyê de 33 rewşenbîr, nivîskar û 2 xebatkarên otelê yên li Otela Madimakê hatin şewitandin, têne bîranîn.
Mirovên ku ji roja Pêncşemê ve ji gelek bajaran bi rê ketin, danê sibehê li ber Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Şaxê wê yê Sêwasê li hev civiyan.
Bi hezaran kesên li hev kom bûne lanetê li komkujiyê tînin û dixwazin Otela Madimakê bibe "Muzeya Şermê".
Agahiyên berfireh tên...