Meksîkayî bo xwendekarên winda li kolanane

Meksîkayî bo xwendekarên winda li kolanane

Li Meksîkayê dehezarna kes ji bo 43 xwendekarên ji 26’ê îlonê de wenda bûne daketin kolanan. Xwendekar dê sê rojan dibistanê boykot bikin.

Li Meksîkayê ji zarokên ku di 26’ê îlonê de li Guerrero di dema çalakiyê de bi polîsan re ketin pevçûnê  agahî nayê girtin. Li seranserê welat, bi hezaran xwendekarên zanîngehê, akademîsyone boykota 72 saetî dan destpêkirin.

Bi hezaran kesî dirûşmeya ‘Ew bi zindî girtin, em zindî dixwazin’posterê 43 xwendkearî hildan û derbasî meşê bûn.

Xwendekarên zanîngehê ku bi malbatên zarokên wenda re daketin kolanê diya rkirin ku girtina şaredarê berê têr nake. Çalakger Giovanni Bello Alcocer got: “Em ji bê edeletiyê bêzar bûn. Zarokên min jî hene. Dibe heman tişt bê serê min jî. Rayedar dizanin xwendekar li ku ne.”

Hefteya borî şaredarê berê yê Iguala, Jose Luîs Abarca û hevsera wî Marîa jî li Los  Angeles Pine hatin binçavkirin.

Şaredarê berê Abarca bi sûcdariya ku têkiliya wî bi çeteyê tiryakê re heye tê sûcdarkirin û her wiha talîmata êrîşê xwendekaran bike daye polîsan. Di encam pevçûnê de 6 kes mirin û 43 xwendekar wenda bûn.

Di encama lêpirsînê de goreke komî hat dîtin û di encama testên DNA’yê de  28 cesed ne aydê xwendekaran bû.