Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên hewayî û bejahî yên li ser Başûrê Kurdistanê tê wateya destdirêjahiya Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya Iraqê. Osman, bang li partiyên Kurd ên Başûr kir ku helwestek hevpar nîşan bidin û got; “Êdî dem hatiye ku Bexda helwestek tund nîşan bide û giliyê Tirkiyeyê li cem Konseya Ewlekariyê bike.”
Nerazîbûnên li hebmerî baregehên êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û baregehên Tirk ên ku ji salên 90’an ve li Başûrê Kurdistanê ne zêde dibin. Piştî ku Bexdayê biryara derxistina baregehên leşkerî yên Tirk ên li ser axa Iraqê da, Parlementerê Kurd ê Parlementoya Bexdayê bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku li cem Konseya Ewlekariyê giliyê Tirkiyeyê bikin.
Parlementerê Kurd Dr. Mehmûd Osman li ser rûpela xwe ya malpera civakî Facebookê daxuyaniyek nivîskî da û nerazîbûnek tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da.
Osman got; “Heyamek e ku Enqere êrîşên xwe yên esmanî û bejahî li ser deverên sînor ên Herêma Kurdistanê zêde kiriye û bi vî awayî xisarek mezin gihandiye welatiyan û hejmarek kes jî bûne gorî, li gel vê jî hêj hejmarek ji binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê li nav axa Herêma Kurdistanê ne.”
Osman da zanîn ku ev destwerdana Tirkiyeyê tê wateya binpêkirina serwerî û sînorê Herêma Kurdistanê jî û Iraqê jî û got; “Dema vê yekê hatiye ku Bexda helwestek tund li hember van kiryarên li wê tên kirin, nîşan bide û pêwîst e ku li gel Civata (konsey) Ewlehiyê gilî bike.”
Osman ev bang li hukûmeta Başûrê Kurdistanê jî kir; “Heriwha pêwîst e ku Hikûmeta Herêmê û hemû partiyên Kurdistanî xwedî helwestek yekgirtî bin û daxwaz ji Tirkiyeyê bikin ku êrîşên li dijî cîran û yasaya navnetewî bide sekinandin û binkeyên xwe yên leşkerî li Kurdistanê de bide daxistin.”
Hêjayê gotinê ye ku destpêka meha cotmehê, Iraqê biryar da ku baregehên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bigire. Berdevkê Hukûmeta Iraqê Elî Debbax da zanîn ku wana ji parlementoyê xwestiye ku peymanên berê hatine îmzekirin û rê didin ku hêzên leşkerî yên biyanî li Iraqê bimînin, were betalkirin. Li gorî nûçeya AFP’ê, rayedarek din ê hukûmetê baregehên Tirkan ên li derdora Dihokê kir hedef. Heta niha hukûmeta Kurdan der barê mijarê de tu daxuyaniyek nedaye
LI DIJÎ BAREGEHAN 470 ÎMZE
Di navbera sibata 2012 û adara 2012 de Kovara Hawdem û Ciwanên Welatparez Başûrê Kurdistanê di çarçoveya kampanya bi dirûşma “Ji bo derxistina baragehen Tirkiye 1 mîlyon îmze” de ji milyonekê 470 hezar îmze kom kirin. îmzeyên ku hatibûn berhevkirin, pêkêşê hukûmet û Meclîsa Başûrê Kurdistanê û gelek rêxistinên navneteweyî hatibûn kirin. Tevî gelek rayedarên YNK, Goran û hin parlementerên PDK’ê, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên Başûrê Kurdistanê piştgirî dabûn kampanyayê.
BAREGEHÊN TIRK ÊN LI BAŞÛR
Di sala 1995 de di encama peymana di navbera Tirkiyeû PDK’ê de li balafirgeha Bamernê hatin bicihkirin. Niha jî li balafirgeha Bamernê nêzî 50 tank û nêzî 2 hezar leşker hene. Li Batûfa, Bamernê, Bêgova û Kanîmasiyê leşkerên Tirk hatin bicihkirin. Di sala 1997 de PDK’ê destûr da ku leşkerên Tirk herêmê bimînin. Ew roj yek îro du, leşkerên Tirk li herêmê ne.