Mehmet Ocalan: Divê rêya Îmraliyê bê vekirin!

Mehmet Ocalan got, kekê wî Abdullah Ocalan pira aştiyê ye di navbera gelan de û ev hişyarî da: "Eger ev pir xera bibe, wê Kurd û Tirk zerarê bibînin. Rêya Îmraliyê vekin."

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û hikumet hişyar kir.

Mehmet Ocalan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku tirs û fikarên malbatê piştî nûçeyên di medya civakî de hatin weşandin zêdetir bûne.

Mehmet Ocalan bi bîr xist ku ew bi rêya parêzerên xwe her hefteyê ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Edaletê û Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin, lê ti ji van serlêdanan nehatine qebûlkirin. Mehmet Ocalan got, "Ev ne rewşeke ku bê qebûlkirin. Astengiya hevdîtinan a ku datînin pêşiya malbatê û parêzeran li hiqûqê nayê. Bi rengekî eşkere, bêhiqûqî ye."

Mehmet Ocalan da xuyakirin ku fikarên wan zêde ne û destnîşan kir, tecrîd ne tenê li ser malbatê ye, tecrîd pirsgirêka hemû gelan û dewletê ye. Mehmet Ocalan bi bîr xist ku di hevdîtina dawî de Ocalan tespîta vê pêvajoyê kiribû û wiha dewam kir: "Tenduristiya wî baş bû. Lê gelekî aciz û bi hêrs bû. Got ku der barê pêvajoyê wê de çi ji destê wî hat wî kiriye û wê hê jî bike. Lê belê ji ber nêzîkatiya sîstema dewleta heyî ya li pêvajoyê bi fikar bû. Wê rojê destnîşan kiribû ku eger bi vî rengî dewam bike pêvajo dikar bixitime."

Mehmet Ocalan diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê bi kêrî kesî nayê û got, heta ku tecrîd dewam bike wê meseleya Kurd neyê çareserkirin.

Mehmet Ocalan bandora Ocalan a li ser Tirkiye û Rojhilata Navîn bi bîr xist û anî ziman ku tecrîd jî ji aloziya li Rojhilata Navîn ne cihê ye. Mehmet Ocalan bi dewamî got, "Birêz Ocalan pireke aştiyê ye di navbera gelan de. Eger ew pir hilweşe wê Kurd, Tirk her kes zerarê bibîne. Mafê kesî nîne ku vê pirê hilweşîne. Bila dewlet û hikumet dest ji vê bêhiqûqiyê berde. Derhal pêşî li hevdîtinê veke. Eger destûr bê dayin ku Birêz Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne, wê ev yek bi kêrî Tirkiyeyê jî bê. Bila tavilê rêya Îmraliyê bê vekirin."