Medya cîhanê: Encamên temaşekirina li êrîşan wê giran be

Êrîşa dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê weke dijminatiya li Kurdan tê dîtin. Hişyarî tê dayin ku eger DYA û dewletên din tenê lê temaşe bikin, wê rê li ber encamên giran veke.

Yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê Le Monde, sernivîsa xwe ya roja bihurî bi sernavê "Ketina Tirkiyeyê li nava Sûriyeyê xetere ye" weşand. Di nivîsê de ev pirs hate kirin; "Hê dûyê ji ber agirê DAÎŞ'ê dadayî belav nebûye, gelo çima Erdogan rîskeke ku herêmê bixe nava êgir dide pêş çavên xwe?" Di dewama nivîsê de hat gotin, "Erdogan, çi dibe bila bibe dixwaze pêşî li avabûna herêmeke di destê Kurdan de bigire."

Le Monde destnîşan kir ku Erdogan di vê 'hewldana xwe ya bi tenê ya bê berpiryarî' de heta niha destek ji ti hêza mezin negirtiye.

Di nûçeyek Spîegel Onlîne ya Elman de bal tê kişandin ser wê yekê ku tankên Leopard ên Elman li Efrînê tên bikaranîn. Di nûçeyê de işaret bi helwesta hikumeta Elman jî tê kirin. Di nûçeyê de cih ji daxuyaniya Berdevkê Wezareta Parastinê Albay Holger Neûmann re tê dayin ku hewl dide rastiyeke tê zanîn veşêre.

Di nûçeya Spîegelê de hat bibîrxistin ku Neûmann dibêje, der barê Efrînê de agahiyeke zelal li ber destê wan nîne. Nûçe wiha dewam dike: "Bi têra xwe wêne hene ku nîşan didin li eniyê tankên Leopard tên bikaranîn." Kovar destnîşan dike ku hikumeta Elman bi hincetên cuda hewl dide 'dudiliyeke exlaqî' veşêre. Di nûçeyê de her wiha tê bibîrxistin ku çekên gelman gelek caran li dijî Kurdan hatine bikaranîn û Tirkiyeyê gelek caran xalên peymana çekan binpê kiriye.

Di nivîsa Bloomberg.com a bi îmzeya Noah Feldman de hat gotin ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan her wiha 'xiyanet'a li DYA ye. Nivîskar diyar dike ku dem hatiye êdî DYA li 'NATO'yeke bêyî Tirkiyeyê bifikre' ragihand, Tirkiye di hemû polîtîkayên xwe de li şûna DYA, Rûsya û Îranê esas digire û ev yek jî pirsgirêkek stratejîk a demdirêj e.

Feldman li ser xiyaneta Erdogan nivîsî û da xuyakirin ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ne Tirkiyeyê ne jî welatên din ên Ereb leşker neşandine û tenê bi operasyona hewayî ti carî DAÎŞ nekariye bê têkbirin, şerê li dijî DAÎŞ'ê bi saya YPG'ê hatiye biserxistin. Di şîroveyê de hat gotin, Kurd di berdêla vê yekê de tenê herêmeke ku ji aliyê rejîma Beşar Esad ve neyên kuştin dixwazin û destnîşan kir, hêviya otonomiyê ya Kurdan realîst e.

Di dawiya şîroveyê de hişyarî tê dayin û tê gotin, eger helwesta Erdogan neguhere, hingî dema tifaqa DYA û Tirkiyeyê diqede.