Meclisên Gel ên Swîsreyê: Ji bo Rojava bibin yek dil

Meclisên Gel ên Swîsreyê: Ji bo Rojava bibin yek dil

Meclisa Gel a Swîsreyê dê sibê li ber NY’yî êrîşên komên çeteyan yên li hemberî Rojava şermezar bikin û her wiha dê di 10’ê tebaxê de jî li Baselê meşek girseyî pêk bîne.

Meclisên Gel yên Swîsreyê, bi armanca komujiya li Rojava pêk tê şermezar bikin û piştgiriyê bidin gelê Rojava sibê saet di 14.00’an de dê li ber avahiya Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê dê dosyeyek pêşkêşî rayedarên NY’ê bikin. Her wiha roja  şemiyê jî dê li Baselê meşek girseyî pêk were.

Endamê Meclisa Gel a Swîsreyê Hanîfî Hoca der barê çalakiyan de agahî da û diyar kir ku dê sibê li ber avahiya NY’ê komujiyê protesto bikin û piştî daxuyaniyê jî dê dosyayekê pêşkêşî rayedaran bikin.

Hoca zanîn ku dê di 10’ê tebaxê de jî li Baselê meşekê pêk bînin û ev meş dê ji Basel Claramattparqê saet di 16.00’an de dest pê bike. Hoca banga tevlibûna meşê kir.

Cih û saeta çalakiyê

Sibê: Ber avahiya Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê saet di 14.00

Di 10’ê tebaxê de Basel Claramattpark sae 16:00