Meclisa Jinan li Îskenderûnê hat avakirin

Meclisa Jinan li Îskenderûnê hat avakirin

Li navçeya Îskenderûna Hatayê Meclisa Jinan a BDP’ê hat avakirin. Avakirina meclisê bi şahiyek hat îlankirin. Di şahiyê de gelek kes amede bûn. Di şahiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku li parîsê hatibûn qetilkirin û wêneyên komkujiya Roboskiyê hatin vekirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevseroka BDP’a navçeya Îskenderunê Şukran Laçîn axifî û da zanîn ku ew ji lişûna ku rola zilamê serdest dane wan bilîzin, dê ji bo azadiya xwe têkoşînê bidin. Piştî Laçîn endama PM’a BDP’ê Naîle Balî axifî bal kişand ser komkujiyên jinan û wiha got: “Li Tirkiyeyê di demên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye. Divê jinên Kurd li Tirkiyeyê rêxistinbûyîna xwe zêdetir bi hêztir bikin û hem piştgiriyê bidin jinên Rojava û hem jî bidin ên vêderê.”

Piştî axaftinan 20 jinên ku di Meclisa Jinan de bi awayekî aktîf bixebitin hatin nasîn. Piştî nasînê hunermendên herêmê staranên xwe vegotin û jinan jî govend gerandin.