Meclîsa HDK-Bordeaûxê ava bû
HDK-Fransayê kongreya damezrandinê ya Meclîsa Bajarê Bordeaûxê lidar xist. Di kongreyê de hat destnîşankirin, ku divê çalakî werin zêdekirin.
HDK-Fransayê kongreya damezrandinê ya Meclîsa Bajarê Bordeaûxê lidar xist. Di kongreyê de hat destnîşankirin, ku divê çalakî werin zêdekirin.
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, kongreya damezrîner a Meclîsa Bajêr a HDK-Bordeaûxê hate lidarxistin.
Hevbedevka Meclîsa Bajêr a HDK-Bordeaûxê Zulfiye Çeşebî li kongreyê axivî û got, "Li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi komkujî û darbeyên sivîl ên ji aliyê AKP'ê ve hatine kirin re, mêtîngerî û zexta li bindestan qat bi qat zêde bûne. Li dijî vê yekê HDK pêwîstiyeke. Em bang li hemû alîgirên demokrasî, azadî û aştiyê dikin, ku di bin sîwana HDK'ê de li hev bicivin."
OCAK: EM TEVÎ CIHÊRENGIYÊN XWE BI HEV RE TÊBIKOŞIN
Hevberdevka HDK-Fransa Z. Bîrsel Ocak jî got, "Dîktatoriya AKP'ê hewl da me heps bike. Bajarên me hatin xerakirin, mirovên me bi saxî hatin şewitandin, cesedên me li naverastê hatin hiştin. Piştî 15'ê Tîrmehê qeyûm li şaredariyên me tayîn kirin, televîzyonên me hatin girtin, welatê me kirin zîndaneke servekirî. Herî dawî hevserokên HDP'ê xistin girtîgehê û niha jî mora reş li rêxistinên me dixin. Milîsên sivîl tên birêxistinkirin û ev yek wê rê li ber şerê navxweyî veke. Weke HDK em têkoşîna xwe ya yekbûyî didomînin. Em di demeke dîrokî û girîng de kongreya xwe pêk tînin. Em Kurd, Tirk, Azerî, Elewî bibin yek û li dijî cunta Qesrê têbikoşin."
DEMÎRALP: DIVÊ ŞOREŞGER Û AZADÎXWAZ BIBIN YEK
Hevberdevkê HDK Fransayê Necmettîn Demîralp jî li kongreyê axivî û got, "HDK li Tirkiyeyê gihîşt astekê û ji bo destek ji vê rêxistinê re were dayîn, piştgiriya li Ewropayê divê. Dijmin hewl dide tifaqan bibîne, em hêzên şoreşger, azadîxwaz çima neyên gel hev û li ber xwe nedin? Em bi cihêrengiyên xwe li cihekî hevpar bicivin."
ŞAHÎN: DIVÊ EM BANDORÊ LI EWROPAYÊ BIKIN
Endamê Koordînasyona HDK-Ewropa Yûsûf Şahîn jî got, "Me hemûyan di pêvajoya Kobanê de rojê 4 cara çalakî lidar dixistin. Dema bajarên li kurdistanê hatin xerakirin me nekarîbû dengê xwe derxînin. Haya Qesrê ji vê hebû. Piştre hewl da çapemeniya azad bêdeng bike û pêşî li têkoşîna me bigire. Hevserok girtin. Lazim e agahiyên rast ji raya giştî ya Ewropayê re bê dayîn. Lazim e karekî baş were meşandin. Wê hejmara penaberên Kurdistanî Tirkiyeyî zêde dibin. Pêwîste em vê yekê ji hikûmetên Ewropayê re vebêjin."
Ji bo meclîsê 75 kes hatin diyarkirin. Her wiha ji bo tevlî kongreya HDK Fransayê bibin, delege hatin diyarkirin. 11 endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî hat hilbijartin û wê di dawiya kongreyê de koordînayonan rêveber civîna xwe ya destpêkê lidar xist. Di civîna pêş de wê hevberdevk werin diyarkirin.