Meclîsa Gelê Kurd a li Îngilîstanê kongreya xwe pêk anî

Li bajarê Readîng ê Îngilîstanê, "Meclîsa Gelê Kurd a herêma navîn a Îngilîstanê" kongreya xwe pêk anî.

Bi qasî sed delege beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de komîteyên perwerde, jin, ciwan, maf û edalet, malbatên şehîdan û rêxistinbûnê hatin avakirin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir û piştî nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî, hilbijartin hate kirin.

Di hilbijartinê de 8 komîsyon hatin avakirin û meclîsa ji 43 kesan hate hilbijartin. Devrîm Dîlek  û Ayetûllah Satlik jî bûn hevserok.