Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê kongreya xwe pêk anî
Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê 14’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlîbûna delegeyên xwe yên parlementer, komun û navenda civakê lidar xist. Hevserokên nû yên meclîsê hatin hilbijartin.
Meclisa Gelê Kurd a Brîtanyayê 14’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlîbûna delegeyên xwe yên parlementer, komun û navenda civakê lidar xist. Hevserokên nû yên meclîsê hatin hilbijartin.
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê 14’emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya KCC ya Londonê pêk anî. Di kongreyê de nûnerên Meclîsên Gelê Kurd ên Brîtanyayê, Skoçya û Gallerê, komunên bajaran û nûnerên PYD, PJAK û KCDK-E ya Başûr amade bûn.
Kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir, bi hilbijartina dîwanê dewam kir. Piştî hilbijartina dîwanê, rapora siyasî û rêxistinî ya Civaka Azad ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Miraz Serhad ve hate xwendin.
Di kongreyê de ku rewşa rêxistinî hate nirxandin û rexneyên tund hatin kirin. Di heman demê de hate diyarkirin ku, Civaka Azad xebateke qels daye meşandin û her wiha di warê motîvasyonê de jî lewazî derketiye pêş. Her wiha hate destnîşankirin ku Civaka Azad li dijî kêmasiya bîrdozî perwerde nedaye û guhertin û nûbûnê esas negirtiye û hate gotin ku tu meclîs di asta tê xwestin de xebat nemeşandiye.
Her wiha hate gotin ku reflekseke layiqî berxwedan û têkoşîna li Kurdistanê derneketiye holê û ji ber kêmasiya di warê dîplomasiya Kurdan de derketiye holê, rexne hatin kirin.
Di dengdana ku di kongreyê de hatkirin de ji Bakurê Kurdistanê Seyît Suruç û ji Rojhilatê Kurdistanê Aso Kerîmî ji bo Hevserokatiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hatin hilbijartin.
Piştî hilbijartina hevserokatiyê, di nava desteya Civaka Azad de ku nûnertiya çar parçeyên Kurdistanê dike, meclîsek ji 6 kesan hate avakirin. Di kongreya ku komîsyona dîsîplîn û venihêrtinê ji nû ve hat avakirin de, komîsyona perwerdeyê jî hat avakirin.