Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Çareserî di berxwedanê de ye
Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag got, "Em ê desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibin û rêveberiya ciwanan ava bikin. Çareserî di berxwedanê de ye."
Berdevka Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag got, "Em ê desthilatdariya AKP-MHP'ê têk bibin û rêveberiya ciwanan ava bikin. Çareserî di berxwedanê de ye."
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî konferansên xwe ku li Amed û Stenbolê li dar xist, civîna xwe ya ewil li Navenda Giştî ya partiyê li dar xist. Meclisa Ciwanan wê di civînê de konferansên li dar xistin binirxînin û bernameya rêzeçalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal bikin. Meclisa Ciwanan her wiha wê rojeva hilbijartinê jî binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin.
ÇARESERÎ DI BERXWEDANÊ DE YE
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag di destpêka civînê de axivî û bi bîr xist ku, ew ê di civînê de li ser nexşerêya xwe ya siberojê nîqaşan bikin. Dag da zanîn ku wan beriya niha bi demek kin li Amed, Stenbol, Mêrsîn, Îzmîr, Riha û Mûşê konferansa ciwanan li dar xistine û diyar kir ku ew ê li ser têkoşîna li dijî faşîzma heyî û nexşerêyêk çawa biaxivin.
Dag destnîşan kir ku, wan di konferansên xwe de ji feqîriyê heta bêkariyê ji polîtîkayên şerê taybet heta tecrîda hatiye girankirin pirsgirêkên li welat axivîne û got: “Di binê her cure pirsgirêkên li welat de û di binê polîtîkayên şerê taybet de tecrîda girankirî ya li Îmraliyê heye. Hemû pirsgirêk çavkaniya xwe ji tecrîdê digirin.”
EM Ê DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê TÊK BIBIN Û RÊVEBERIYA CIWANAN AVA BIKIN
Dag anî ziman ku hêza ku wê hilbijartina 2023’yan biguherîne ciwan û jin in û wiha axivî: “Nêzî 6 milyon ciwan wê cara ewilî deng bidin. Em wek Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku wek pêkhateyek di Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, soza vê yekê didin ku çi dibe bila bibe, em ê tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin û em ê hemû bi hev re rêveberiyek ku ciwan kirdeya wê ne, ava bikin. Wê ciwan çarenûsa vî welatî diyar bikin. Wê ciwan çarenûsa hilbijartinê diyar bikin. Wê ciwan li dijî hejarî, bêkarî, bêparhiştina ji perwerdehiya zimanê zikmakî, li dijî tiryakê, li dijî girtin, destgîrkirin û ferzkirinên sixuriyê û sepanên şerê taybet û her wiha li dijî AKP-MHP’ê biçin hilbijartinê.
Em li vir bang li ciwanan dikin ku qeydên xwe çêkin û xwedî li dengên xwe derkevin. Ji bo ku ciwan bi hêsanî xwe bigihînin sindoqan em ê kampanyayê bidin destpêkirin. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê bişînin ser sergo. Divê her kes viya baş bizanibe hikûmeta nû wê bibe ya ciwanan. Hikûmet wê bibe hikûmeta ku em ê diyar bikin. Ciwan ber bi hilbijartinê ve rêxistinbûyîna xwe didin nîşandan û em ê vê rêxistinê bidin der. Heta ku faşîzm têk biçe, têkoşîn wê bidome. Ciwan wek lehiyê tên û wê we ji wan qesran biqewirînin. Ciwan tên ku rêveberiya xwe ava bikin.
Em viya baş dizanin ku encam çi dibe bila bibe wê dawiya wê bi heybet be. Teqez em ê bi ser bikevin. Em ê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û hemû bi hev re welatekî azad ava bikin. Serkeftin a me ye.”
Piştî daxuyaniya Dag, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.