Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) civîna masa girover ya "Pirsgirêka Kurd û masa girover" pêk anî. Di civînê de Li ser navê TBM'ê Hakan Tahmaz, diyar kir ku ji bo pirsgirêk çareser bibe rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe û wiha got: "Lê operasyonên siyasî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rê li pêşiya siyasetê digirin. Heta ku ev rewşa siyasî neyê guhertin amadekariyên makeqanûna nû nayên kirin. Dem dema diyalog û muzakereyane.
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê (TBM) "Civîna masa girover ya pirsgirêka Kurd" pêk anî. Di civînê de rojnameger û nivîskar Altan Oymen, Cîgirê Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş, Prof. Dr. Turgut Tarhanli, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Rober Koptaş, Hîndekarê Zanîngeha Gaziyê Doç. Dr. Huseyin Yayman, Parazvanê mafê mirovan Husnu Ondul, Hîndekarê Zanîngeha Kocaeliyê Yucel Demirer, Alk. Doç. Dr. Sezai Temellî, akademisyen Cengiz Aktar, Prof. Dr. Tahsin Yeşildere, Necmiye Alpay, Hakan Tahmaz, Şirin Tunç û gelek akademisyen û rojnamegerên din amade bûn.
'DIVÊ DIYALOGA CIVAKÎ DESTPÊ BIKE'
Di civinê de li ser navê TBM'ê Hakan Tahmaz, diyar kir ku ji bo pirsgirêk çareser bibe rê li pêşiya siyaseta demokratîk vebe û wiha got: "Lê operasyonên siyasî û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rê li pêşiya siyasetê digirin. Heta ku ev rewşa siyasî neyê guhertin amadekariyên makeqanûna nû nayên kirin. Dem dema diyalog û muzakereyane.
Tahmaz anî ziman ku divê rê li pêşiya mirin û kuştinê bigirin û ev kar û peyvira wan a herî pîroz be. Tahmaz, ji bo çek bêdeng bibin, agirbesta dualî û rawestandina operasyonan bang li her kesî kir û wiha got: "Cenaze, kuştinên kujer nediyar, girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rê li pêşiya siyaseta demokratîk digire."
'EM DIKARIN ÇAWA HEVBEŞ TEV BIGERIN?'
Tahmat, anî ziman ku heta niha aktorên siyasî gelek axivîn lê hêj pirsgirêk çareser nebûye. Tahmaz, da zanîn ku êdî gotinên AKP, BDP, CHP û MHP'ê nemaye û wiha axivî: "Îro tiştê herî girîng em hevbeş dikarin çi bikin. Divê em çawa rê li pêşiya şer û pevçûnê bigirin û rê li pêşiya aştiyê vekin. Heta niha me bang li partî û aktorên siyasî dikir û me digot ji bo diyalog û çareseriyê em çi bikin. Lê divê em bi xwe ji bo diyalogê bingehekê ava bikin. Têkevin nava hewldanên çareseriyê. Divê em siyasetmedar û aktorên siyasî têxin nava xebat û zorê.
'DEMA ME TUNE YE'
Tahmaz, da zanîn ku ji bilî rêya çareseriya demokratîk tu rê li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd tune ye û xwest ji bo çareseriya pirsgireka Kurd rêyên demokartik bên avêtin. Tahmaz, da zanîn ku êdî dema wan ya winda bike tune û divê bi lezgîn pirsgirêkê bi rêya diyalog û muzakereyan çareser bikin.