Her roja nêzî 300 kesên bê kar, ku piraniya wan ciwanê Kurd in, li Qada Mecîdiye ya Stenbolê ji sibê heta êvarê ji bo yewmiyeya 20-40 TL radiwestin.
Hasan Uçar, Cesim Bulat û Qasim Orhan her sê hevalên hev in, ji Agiriyê ji bo kar hatine Stenbolê, lê her roj li Qada Mecidiyekoyê li benda kar dimînin. Rojane 40 TL pere qezenç dikin û bi demjimêran li vê qadê dibmînin.
Qasim Orhan 23 salî ye. Ji bo bixebite, pere kom bike û nextê keça ku dê pêre bizewice, bide hatiye Stenbolê. Orhan dibêje ku ew her roj bi saetan li vê qadê li benda kar dimînin lê kar nîne û wiha dibêje:
‘‘Ger em karek peyda bikin kar dikin. An ne, em her roj li qadê an jî li qehwexaneyê rojên xwe derbas dikin. Ji ber ku di berîka me de pere tune ye, em çayê jî bi deyn vedixwin, gava pere tê destê me, em pereyê wê didin. Lê êdî qehwexane jî di navbera dayîn û nedayînê de maye. Lê mesele ne tenê pereyê çayê ye, taştê, firavîn, rojane 20 TL pere diçe. 10 roj in qûrûşek jî nehatiye berîka min. Pereyê ceyran, av, hat, min ji bavê xwe xwest. Li welatê me ajalvanî û çandinî jî çû êdî. Me pezek bi 500 TL difirot. Niha em nikarin bi 100-1500’yê jî bifiroşin.”
‘‘DERÛNIYA MIN XERA BÛ”
Orhan diyar kir ku ji ber bêkariyê êdî derûniya wî xera bûye û beriya 6 mehan ji leşkeriyê hatiye. Ji bo bixebite, pere kom bike û nextê keça ku dê pêre bizewice, bide hatiye Stenbolê. Orhan dibêje ku ew her roj bi saetan li vê qadê li benda kar dimînin lê kar nîne.
“EM NANÊ TISÎ DIXWIN”
Satilmiş Ûçar jî ji ber bêkariya li Agiriyê, beriya 6 mehan hatiye Stenbolê û bavê du zarokan e. Ji bo debara malbata xwe hatiye Stenbolê. Uçar jî wiha dibêje:
‘‘Her roj ji bo em karek peyda bikin demjimêr di 06.00 de em diçin Qada Mecidiyekoyê. Em karê hemaltî û hilgirtinê dikin. Her çendî em her roj li vê derê ne, 10-15 roj in em bê karin. Em rojane 40 TL werdigirin û 8 saetan dixebitin. Ji bo em bê kar nemînin em hin rojan bi 20 TL jî dixebitin.”