MAZLUMDER: 'Pêşîlêvekirina' Kurd Goristana Roboskê ye

MAZLUMDER: 'Pêşîlêvekirina' Kurd Goristana Roboskê ye

Ji bo 34 kesên ku bi balefirên şer ên Tirk hatin kuştin, li ba standa ji Roboskê re Dad nobet hate girtin. Koordînatora Giştî, Endamê LRG’yê(Lîjneya Rêveberiya Giştî) ya Nûrcan Aktay, bal kişand ku kirdeyên komkujiyê cejna xwe ya pêşîn pîroz kirin û pirsî; ‘’Ev welat bû welatê ku kujer cejnê lê dikin, rêzdar Serokwezîr?’’

MAZLUMDERê, piştî ku bi balefirên F-16ê yên xwemalî yên artêşa Tirk, li gundê Roboskêya girêdayî Qilebana Şirnexê bi bombebarankirinê 19 jê zarok 34 kes hatibû qetilkirin, li ber standa Ji Roboskê re Adelet ya ku di 2’yê Hezîranê de li Kuçeya Konurê hatibû vekirin, nobet girtin. Hate aşkerekirin ku nobet dê ji vir veguheze Amedê.

Di nobeta dawî ya li ber standa Ji Roboskê re Edelet de, ku ev 82 roj in pankartên wekî ‘’ heya ku ji ‘’Roboskê’’ re edelet were ‘’em ê ranezin û bibêjin Qileban’’ û wêneyên 34 kurdan bi standê ve hatibûn daleqandin, ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn gorên temsîlî hatin çêkirin û gul tê de hatin bicihkirin.

‘’QET BOMBE BI ZAROKÊN WE DE HATINE TEQANDIN? BI ZAROKÊN BAVÊ MIN DE HATINE TEQANDIN’’

Di nobeta dawî ya edeletê de, MAZLUMDER’ê de di nav çarçoveya çalakiyê de lorîk dane guhdarîkirin, çîroka 34 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hate vegotin û helbest hatine xwendin. Pelandina Bûyera li Sînorê Îraqê ya ku ji hêla Reha Ruhaavîoglu ve hatibû nivîsîn, li Roboskêyê hate anîn û Roboskê hate pelandin. Di pelandinê de hin derbirîn wiha bûn:

‘’Ez Osman Kaplan im, kurê bavê xwe, awirtêr û enî paqij..Li gel hejariyê min 5 zarok xwedî dikirin..Her saleke min wekî libeke ji tizbiyê pekiyan bi ser latên Roboskê de, diviyabû mirina min ne bi vî rengî bûya…

Ez Husnu Encu me; piştî hesreta 8 salan mizgîniya lawekî ji min re hatibû. Di xeyalên min de rûyê pêçeka min, li gel birayê xwe yê li cem min ketin ser axê… bermahiya temenê min ê 30 salî bêhn û kizîra şewata bedenekî…

Ez Hemze Encu me, ez wekî ‘’dest û pîyên nayê zanîn a kê ye’’ derbasî raporên otopsiyê bûm! Piştî du rojan diya min gihaşt 10 kîloyên Hemzayê 80 kîloyî. 70 kîloyê din ê bedena min li çiya û beyarên Roboskê belav bû. Rebena diya min ku li ser her çiyayî, her kevirî fatîhayekê nexwîne ma wê çi bike?

Ez Fadil Encu me; Min nehijmart bê ‘’çend rû bi ser rûyê min de ketin’’, bedena min dabeşî çend keriyan bû..Her yekî ji me çend qetên xwe di biniya berf û pûkê de hiştin..Sê rojan li min geriyan, nehate dîtin parçeyên beden amin, wekî gelek ji hevalên xwe jî ez jî bi awayekî kêm hatim veşartin..Saeta min bi destê min re winda bû heke we dît bidin birayê min…

Ez Selahadîn Encu me; Ez yek ji wan im ku bêrîkirên xwe di biniya axa sar de veşartin û bi qantirên xwe re mirin. Qet bombe bi zarokên we de hatine teqandin? Bi zarokê bavê min de hate teqandin, ji qehra mir!

Ez Mehsûm Encu me; Sibehê min nekarî derbikevim, min nekarî birayê xwe bibim bijîşk, min nezanî bavê min î çûyî ba bijîşk vegeriya yan na. Êdî ez ê nikaribim mezin bibim, bizewicim, hez ji zarokan bikim, bibim alîgirê taximekê gokê, nikaribim bigirîm, bikenim û evîndar bibim.

Ez Savaş Encu me; Ez şitlekî 14 salî me ku di axê de hatim çandin..Beriya ku ez ji dayik bibim, bi qasî temenê min dom kiriye pêşbaziya mirinê, heya ku sax bûm jî domand, ma êdî ne bes e!?..’’

NOBETA EDALETÊ VEDIGUHEZÎNÝN AMEDÊ

Koordînatora Giştî, endamê LRGyê Nurcan Aktaya ku destnîşan kirî Pêşîlêvekirina Kurd ya Hikûmeta AKPê goristana Roboskê ye, da zanîn ku ku di 242yemîn komkujiya Roboskê de standa Adaletê wê veguhezînin Amedê.

Aktaya ku bi bîr xist di standa Ji Roboskê re Adalet de, 82 rojan bi awayekî devkî, di derbarê Roboskê de ji hemû beşên civakê bi gelek akademîsyen, nivîskar, helbestkar, hunermend, siyaseyetmedaran re gotûbêj û çalakî pêk anîne û bi vî awayî jî lêgerîna xwe ya adaletê ya ji bo komkujiya Roboskê ku li pêş çavê her kesî hate kirin, derbasî kuçe û kolanan kirine.

Aktay dibêje li gel ku 8 meh di ser komkujiyê re çûne ji bo ku berpirsyar werin dîtin yek gav jî nehatine avêtin û daxwaza malbatên Roboskêyiyan a bi Serokkomar re pêdivî pê nehate dîtin ku were bersivandin jî.

Aktaya ku bi kirpandî dibêje vegotina xwe ker û lal kirina hemû rayedarên dewletê ne pêkan e û wiha domand; ‘’Rêzdar Serokkomar, rêzdar Serokwezîr ên ku li dijî neheqiyê bêdeng dimînin ma ne şeytanê lal bûn? Kuştina yekî bêguneh ma kuştina tevahiya mirovahiyê bû? Beriya bi 242 roan 34 mirovên sivîk, ji hêla firokeyên şerî yê vê dewletê ve hatine kuştin.’’

‘’EV WELATA BÛ WELATÊ KU KUJET LÊ CEJNÊ DIKIN RÊZDAR SEROKWEZÎR’’

Aktaya ku balê kişand ser wê ku li gel ku 8 meh di navê re derbas bûne û êşa nasên ku kuştiyan hê jî germ e, kirdeyên komkujiyê cejna xwe ya pêşî pîroz kirine û wiha bang li Serokwezîr Tayyîp Erdogan kir: ‘’Ev welat bû welatê ku kujer cejnê lê pîroz dikin? Bombeyên di 28ê miha 11ê ya sala 2011ê adelet parçe kir? Heke dewletek kirdeyên komkujiya ku bi derfetên wê pêk anîn nebîne ma berpirsyariyê nagire ser milên xwe? Li welatên ku dad û adelet lê serdest e zarok bi bombeyên ku aidî dewletê ne têne bombekirin? Li dewleteke ku zarok lê têne bombe kirin ewlahiya kesekî heye? Li welatekî ku ewlehiya kesî nîne ma rewatiya wê dewletê nayê lêpirsîn?’’

Aktayê ku diyar dike hetanî ku adalet neyê Roboskê ew ê komkujiyê ji rojeva xwe dernexin, got: ‘’Em ê destûrê nedin ku kiryarên komkujiya Roboskê tevlî nediyaran bibin.’’

Aktaya ku behsa êşîra bombeyî ya li Dîlokê kirî, êrîş şermezar kir û daxwaz kir ku heman hesasiyeta divê ji bo Roboskê jî were nîşandan. Aktay lê zêde kir ku ji bo kesên ku li Dîlokê jiyana xwe ji dest dayin ew ê nobeta 9 rojan dest pê bikin.