Martin: Tecrîda li Îmraliyê wê bi têkoşîn û piştevaniyê bê şikandin!

Ji şandeya navneteweyî ya li dijî tecrîda li Îmraliyê Paula Martin destnîşan kir ku sûcê tecrîdê hem li dijî gelê Kurd hem jî li hemberî şoreşgeran tê kirin û got, "Tecrîd wê bi têkoşîn û piştevaniyê bê şikandin."

Şandeya Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê ku ji 36 hiqûqnas, siyasetmedar û akademîsyenên ji 7 welatan pêk tê û li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radibe, li Tirkiyeyê serdanan dewam dike. Şandeya ku li Stenbolê bi partiyên siyasî, saziyên hiqûqê û parêzvanên mafên mirovan re hevdîtinan dike, amadekariyê dike ku roja Şemiyê li Hill Otel a Taksîmê forûmekê lidar bixe. Ji şandeyê aktîvîsta anarşîst Paula Martin beriya forûmê ji ANF'ê re axivî.

'DI TECRÎDÊ DE PARA EWROPAYÊ GELEKÎ MEZIN E'

Martin ku ji Barcelonayê hat Stenbolê, li ser sedema tevlîbûna li nava şandeya navneteweyî ya li dijî tecrîdê got, "Weke aktîvîst û enternasyonalîstekê, piştgiriya ji bo têkoşînênm li tevahiya cîhanê wezîfeya me ye. Ji bo tevkariyê li têkoşîna Kurdan bikim, beşdarî nava vê şandeyê bûm."

Martin ragihand ku tecrîda li Îmraliyê êşkence ye û anî ziman ku ev sûcê tecrîdê hem li hemberî gelê Kurd hem jî li dijî şoreşgeran tê kirin. Martin destnîşan kir ku di mijara tecrîdê de para Ewropayê gelekî mezin e û got, "Di girtina Abdullah Ocalan de ji xwe para Ewropayê gelekî mezin bû. Ji ber ku Ocalan li ber sîstema kapîtalîst radibû. Bi dîtina min di vê tecrîdê de jî bi heman rengî berpirsyar e."

'MODELA KU ABDULLAH OCALAN PÊŞKÊŞ KIR, JI BO TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ GIRÎNG E'

Martin diyar kir ku dema ji derve ve li mijarê dinihêrin, dibînin ku tecrîda li Îmraliyê şêweyekî cezakirina tevgera Kurd e û hewldanek ji bo afirandina bahaneyek ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Martin anî ziman ku wê pirtûkên parêznameyan ên Abdullah Ocalan xwendiye û got, "Modela alternatîf a ku Abdullah Ocalan pêşkêş dike, jinan weke hêza pêşeng dibîne ku ev yek ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li cîhanê girîng e. Mînak, ez ji Spanyayê têm û li wir neteweyên cuda hene. Bi dîtina min ev model ji bo Spanyayê jî wê baş be. Di heman demê de felsefeyeke xwe ya baş heye. Tevgerên şoreşger ên berê rast şîrove dike."

'REWŞA LI GIRTÎGEHÊN TIRKIYEYÊ NÎŞAN DIBE BÊ FAŞÎZM ÇAWA GEŞ BÛYE'

Martin ku amadekariyê dike li ser serdanên xwe raporekê amade bike, diyar kir ku ya ku rastiya rejîmekê bi şênberî radixe pêş çavan girtîgeh e û destnîşan kir ku di serî de Îmrali rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê nîşan dide ku faşîzm çawa geş bûye. Martin herî dawî destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîn û piştevaniyê dikare bê şikandin.