MARDEF’ê banga piştevaniyê ji bo Bazarcixê kir
MARDEF‘ê bi bîr xist ku du meh piştî erdhejê, vê carê bahoz li Bazarcixê rabûye û bang ji bo piştevaniyê kir.
MARDEF‘ê bi bîr xist ku du meh piştî erdhejê, vê carê bahoz li Bazarcixê rabûye û bang ji bo piştevaniyê kir.
Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Mereşê (MARDEF) daxuyaniyeke nivîskî belav kir, got: “Ne ji zû ve ye ku erdhejeke mezin li Bazarcix, Elbistan û Mereşê çêbûye. Karesateke wisa bû ku me nekarî di nava du mehan de birînên xwe derman bikin. Cihê ku dewlet divê êşa ji ber erdhejê kêm bike, me dît ku rewş ji xwe re kiriye fersend.“
Dewama daxuyaniya MARDEF’ê, wiha ye: “20’ê Nîsana 2023’yan, bahozê li Bazarcixê xist. Konên xelkê me yê di bin konan de xera bûn. Du kesan jiyana xwe ji dest da. Bi sedan kes birîndar bûn.
Heval û hogirên hêja, gotina ‘mirov dikare bi piştevaniyê bijî’ ji bo rojên wiha hatiye gotin. Divê em îro li mirovên xwe bibin xwedî, destên xwe dirêjê wan bikin.
Gelê me yê hêja, kî ku çi ji dest were divê ji bo gelê Bazarcixê bike.
Em MARDEF, em ê bixwe bibin alîkar û ji yên bixwazin bibin alîkar re bibin wesîle û bi erka xwe rabibin. Em bawer in ku hûn ê hewil bidin ku bibin piştevan.“