Rêveberiya malpera PKK online nerazîbûn nîşanî êrîşa sîber a li ser malpera xwe da û got; “Divê hemû dost û dijmin baş bizanin ku tu êrîşên li hemberî destekefiyên gelê me pêk tên dê bê bersiv nemînin.”
Di 23’yê Tebaxê de koma bi navê Anonymous Turkey êrîşek sîber bir ser malpera PKK oline. Rêveberiya malperê ragihand ku ji bo veşartina bûyera li Dîlokê, êrîşên sîber pêk tînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di roja îro de her kes baş bi rola girîng a cîhana ferazî (sanal) a di warê civakî û rêxistinî de dizane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 23’yê Tebaxê de li hemberî malpera PKK online êrîşa Ddos ji aliyê koma bi navê Anonymous Turkey pêk hatiye. Rêberiya malperê got; “Divê hemû dost û dijmin baş bizanin ku tu êrîşên li hemberî destekefiyên gelê me pêk tên dê bê bersiv nemînin.”