Dewleta Tirk a dagirker, hîna hewl dide ku binketina xwe ya li qadên gerîla, veşêre. Her çendî ku artêşa dagirker windahiyên xwe veşêre, agahî û belgeyên hatîn danîne holê bîlançoyên ku HGP’ê eşkere kirine, piştrast dikin. Di rojên borî de, Komeleya Malbatên Şehîdên Şehîd Nayên Hesibandin daxuyanî da û asta şer a rast, raxist ber çavan. Seroka Komeleyê Havva Golbez ji bernameya Rojeva Alternatîf a Medya Habet TV’ê re axivî.
‘DERDIKEVE HOLÊ KU ÎNTIHAR NÎNE’
Havva Golbez bersiva pirsên Bariş Boyraz da. Havva Golbez ji bo pirsa mirinên leşkeran ên di van demên dawî de, ev bersiv da: “Elbet bûyerên nû hene. Malbatên me yên nû jî hene.” Ji bo rewşa leşkerên ku mirinên wan tên veşartin jî, wiha got: “Ji bo wan jî dibêjin întihar e. Lê derdikeve holê ku întihar nîne. Elbet piştî hewldanan, encex em dikarin derbixin. Piranî ji Şirnex û Colemêrgê tên.”
Golbez di roportaja bi telefonê de, têkildarî windahiyên leşkeran agahiyên balkêş parve kirin û ragihand ku di van demên dawî de, gelek malbatên leşkeran serlêdan li wan kirine. Golbez piştrast kir ku leşker piranî li Colemêrg û Şirnexê hatine kuştin.
Di daxuyaniya Komeleya Malbatên Şehîdên Şehîd Nayên Hesibandin de, car din bîlançoyên ku HPG’ê eşkere kirine tên piştrastkirin.