Malbatên girtiyan: Li ser me û girtiyan şerekî taybet tê meşandin

Malbatên ku li pêşiya Saziya Tipa Edlî di Nobeta Edaletê de ne, gotin “Him li ser girtiyên nexweş û him jî li ser malbatan şerekî taybet tê kirin.”

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku ligel cezayê wan qediyaye lê nayên berdan Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Nobeta Edaletê di roja 330’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî domiya. TÛHAY-DER, MED-DER, MEBYA-DER, HDP û Komeleya 78’iyan jî piştgirî dan çalakiyê.

Herdem Merwanî ya ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay jî girtiyekî nexweş e diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe û got “Ev 15 roj in nexweşiya bavê min girantir bûye. Him li ser girtiyên nexweş û him jî li ser malbatên wan şerekî taybet tê kirin.”

Merwanî nerazîbûn nîşanî Saziya Tipa Edlî da û got “Em careke din diyar dikin, hûn berpirsyar in, di vî warî de divê hûn gavan biavêjin. Em careke din bang li partiyên siyasî û saziyên sivîl dikin. Ji destê we çi tê bikin. Heke hûn îro nekin, hûn ê kîngê bikin.”