Ji 15 gerîlayên HPG’ê ku di encama operasyona meha sibatê ya li Herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, malbatên gerîlayan serî li Komeleya mafê Mirovan (ÎHD) û Serdozgeriya Komarê dan û xwestin cenaze bidin wan.
Ji 15 gerîlayên ku di encama operasyona meha sibatê ya li Herêma Besta de jiyana xwe ji dest dan û di hefteya borî de nasnameya 12 gerîlayan hate aşkerekirin, malbata Aysel Bartû (Aysel Dijwar) a Wanî, Selamî Kaya (Rojvan Sîpan), Aygul Emîre (Zîlan Serhat), Ahmet Aktaş (Mahsûm Bagok) û Mehmet Turken (Demhat Şervan) ji bo cenaze bigirin serî li Şaxa ÎHD'a Amedê dan.
Malbatên ku rêvebirên MEYA-DER'ê jî bi wan re ye, piştî nasnameya gerîlayan hate aşkerekirin ketin nava hewldanan. Malbatan diyar kir ku berê gotibûn ew ê serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bidin, lê ji ber ku bihîstine dosya di destê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ye, hatine Amedê. Malbatan daxwazname dan dozgeriyê û xwestin cenaze bidin wan. Piştî serlêdanê li bendê ye ku mînaka xwîn ji bo DNA'yê ji malbatan bên girtin û piştre cenaze radestî malbatan bê kirin.
Ji aliyê din malbata Yûsûf Başçi yê (Huseyîn Mûnzûr) ku di encama çalakiya ji aliyê HPG'ê di 10'ê hezîranê de de li hemberî şantiyeya rê ya di navbera Dihê ya Sêrtê û Basa ya Şirnexê de bi awayekî qezayî jiyana xwe ji dest dabû, serî li ÎHD'ê û MEYA-DER'ê dan. Malbatan alikariya hiqûqî xwestin. Hata zanîn ku cenazeyê Başçi di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê de tê girtin û dê malbat ji bo cenazê bigire biçe Sêrtê û serî li dozgeriyê bide.