Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi heman daxwazê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Ev du sal in bi ti awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carnan jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn û ji bo astengkirina hevdîtinê vî cezayî dikin hincet.

Herî dawî piştî ku qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 13’ê Nîsanê de hatibû dayîn di 18’ê Cotmehê de qediya, hate hînbûn ku ev qedexe 6 mehên din jî bi awayekî otomatîk hatiye dirêjkirin.

Piştî ku Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 20-29'ê Îlonê de çû Tirkiyeyê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd zêde bûn. CPT’ê di daxuyaniya xwe ya di 3’ê Cotmehê diyar kiribû ku ew serdana Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî kirin e.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku wan bihîstine ku CPT’ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye û ew rewş fikarên wan zêdetir kiriye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de daxuyanî dabû û gotibû, “Me bihîst ku di Îlona 2022’an de dema CPT çû Girava Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Ocalan tevlî hevdîtinê nebûye."