Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Ev 3 sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu agahî nayên stendin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve bi tu awayî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyan nastînin.

Parêzeran di 2’ê Gulanê de daxuyanî dabûn û gotibûn “Ligel gelek serlêdan û hewldanên malbat û parêzerên wan, haya me ji şert û tendirustiya Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê tune. Ev rewş û hemû civakê dixe nav fikaran.”