Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wasiyê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê jî dan.
22 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê stendin.