Peyama Malbata şehîd Menal Mêrdîn wiha ye:
“Ji beriya her tiştî xwedîderketina li apê min cihê serbilindiyê ye. Gelê me yê Êzîdî tevî alim, jin, ciwan û zarokan helwestên xwe bi meş, daxuyaniyan raber kirin. Lewma em malbata şehîd Menal Mêrdîn rêz, hezkirin û silavên xwe ji wan re dişînin.
Her çiqas me xwestibe di rêwitiya dawîn a Apê xwe de cih bigirin jî ji ber zehmetî û astengiyan me nekarî em cihê xwe bigirin. Lewma em gelekî xemgîn in û em lêborîna xwe dixwazin.
Em bawer in ku ew rojên ku sînor û astengiyên di navbera netewa me de rabin, nêzik in. Îro şehîd Menal şehîdê we ye, malbata Karatay malbateke Êzîdî ye. Em gelê Kurd di rojeke welê de hemû sînoran ji holê radikin.
Em ê welatekî yekgirtî ku tê de mirovahî, ol, hêzkirin, rêzgirtin, ronahî û xweşik û biratî hebe, ava bikin. Em gelê Kurd xwedî dîrokeke kûr û dewlemend in. Divê em destpêkê erkên xwe bînin bîra xwe û piştre bînin bîra hemû cîhanê. Bi taybet gelê me yê Êzidî tevî hemû êş, kederên û komkujiyan li ber xwe didin. Ji bo apê min zindaniya 25 salan bûn dibîstanên herî mezin ku xwe tê de perwerde kir. Ew mamostayê mezin şehîd Menal bû, di tevahiya temenê xwe de bû şagirtê hêviyê. Şagirtên jiyanê her tim nemirin.
Di sînorê jiyan û mirinê de hurmeta şehîdan her dem bilindtir e. Divê em şehîdên xwe yên jiyanê li gorî rûmeta wan bispêrin axa pîroz a Melekê Tawis.
Apê min Ramazan Karatay (Îsa) di sala 1987’an de bi xiyanetê şehîd bû. Birayê min Kerîm Karatay jî di sala 2010’an de şehîd bû. Îsal jî Apê min Mehmet Emîn tevlî karwanên şehîdên nemir bû. Di vê roja pîroz de em carake din li hemberî giyanên şehîdên xwe bejna xwe ditewînin û wan bi bîr tînin.”