Malbata Kurt: Dixwazin polîsê kujer rizgar bikin

Malbata Kurt: Dixwazin polîsê kujer rizgar bikin

Du sal berê li Muglayê di bûyerên xwendekaran de xwendekarê kurd Şêrzan Kurd bi guleya polîsan hate kuştin. Malbata Şêrzan Kurd, ji bo doza ku dê di 7’ê îlonê de pêk bê û dê dîwana dadgehê biryarê bide banga tevlibûnê kir. Malbatê diyar kir ku Doza ku dê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê pêk bihata bi lez û bez neqlê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê kirine û got ev yek mirov dixe nava fikaran. Malbatê wiha got: “Bi parastinên zîhniyetên berovajîkirinê rastiyan piştperde dikin û bandorê li ser darazê dikin û polîsan ji vê bûyerê rizgar dikin.

Dê û bavê Şêrzan Kurt ku ji aliyê polîsan ve li Muglayê hate kuştin, Necla Kurt û Omer Kurt, ji weqfa Mirovahiyê ya Alîkariyê ya Baran Tursun re nameyek şand û di nameyê de banga tevli bûna doza ku di 7’ê îlonê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê pêk tê, kir.

Di nameyê de wiha hate gotin: “Li Muglayê di 12’ê Gulana 2010’an de li hemberî xwendekarên kurd û sosyalîst êrîş pêk hatin. Piştî êrîşan xwendekarên mexdur hatin binçavkirin. Her wiha li hemberî xwendekarên ku xwestin aqûbeta hevalên xwe yên li Qereqolên hîn bikin jî provakasyona duyemîn pêk hat. Piştî vê provakasyonê polîsê sivîl Gultekîn Şahîn bi ser koma xwendekaran de çûye û rasterast gule barandiye. Di encama gulebarandin a Şahîn de Şêrzan jiyana xwe ji dest da.”

Malbatê di nameya xwe destnîşan ki rku doza ku dê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Muglayê pêk bihata bi lez û bez neqlê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Eskîşehîrê kirine û got ev yek mirov dixe nava fikaran. Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “ Polîsê ku Şêrzan înfaz kir, di 5 rojên ku li derve mayî de jî hemû derfetên xwe yên memurtiyê bi kar aniye û hemû dane û belge wenda kir. Îfadeyên wekî senaryoyê daye amadekirin û şahidên derewkar amade kiribû. Ev yek di lêpirsîna amadekariyê de tê fêm kirin.”

Malbatê da zanîn k udi pêvajoya doza ku li Eskîşehîrê pêk dihat de ji bo ku kujer bên rizgarkirin ku rêbazên teknolojîk, şahidê derewkar hatin pêşkêşkirin û bi vê xwestin rastiyê piştperde bikin. Malbatê got ligel ku kujerê Şêrzan diyare ev du sala doz didome.

Di dawiyê de malbatê da zanîn ku bila hemû kes roja 7’ê îlonê tevli danişînê bibin.