Malbatek ereb ku ji ber şer û pevçûnan koçî taxa kurdan kir, navê zarokê xwe yê ku nû hatiye dinê wekî "Ocalan" danîn.
Li bajaroka Bab a girêdayî bajarê Helebê yê Suriyeyê ji ber şer û pevçûnên didomin, welatî jî xwe dispêrin wargehên kurdan êr aram. Gelek welatiyên ereban, di vê çarçoveyê de koçî Taxa Şêx Meqsud ku piranî kurd lê dijîn kirin. Ji ber ku penaber zêde bûn, Meclîsa Gel a Taxa Şêxmeqsud jî, dibistanên taxê ji bo penaberan amade kirin.
Yek ji van dibistanan jî dibistana Rifat Elhac Serin e. Tişta ku ev dibistan kir rojev jî, nêzîkahî û hezkirina welatiyên li vir a li hemberî kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Yek ji malbatên li dibistanê ku gelekî dibin bandora fikr û ramanên Ocalan de mane, xwest ku vê yekê mayinde bike. Malbata ku di 24'ê Îlonê de zarokekî wan çêbû, navê zarokê xwe wekî "Ocalan" danîn. Endamên malbatê diyar kirin ku wan wekî malbat Ocalan li Taxa Şêxmeqsud bi pêkanînên kurdan re nas kiriye, vê yekê gelekî bandor li ser wan çêkiriye , loma navê zarokê xwe Ocalan danîne.