Malbata Dînk: Biryara DMME’yê nayê pêkanîn

Malbata Dînk: Biryara DMME’yê nayê pêkanîn

Li ser navê malbata Dînk parêzera wan Prz. Fethiye Çetîn ji Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê name şand û diyar kir ku AKP'ê ji bo binpêkirinan ji holê rake peywira xwe bi cih nayne û ev ne bes e jî, hewl tê dayîn ku van binpêkirinan zêdetir bike. Çetîn diyar kir ku biryara DMME’yê nayê pêkanîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di çarçoveya serlêdanên derbarê di 19'ê Çileyê 2007'an ji ber kuştina Hrant Dînk û beriya wê de Tirkiyeyê ji ber "Mafê jiyanê bin pê kiriye", "Serlêdana bi bandor a li dadgehan asteng kiriye" û "Mafê azadiya ramanê bin pê kiriye" mehkûm kiribû.

Piştî biryara DMME Wezareta Derve ya Tirk wiha gotibû: "Li hemberî biryara DMME'yê Tirkiye ji bo îtîrazê dê serî li Daîreya Mezin nede û dê li gorî biryarê çi pêwîst be û ji bo di pêşerojê de jî bûyerekî wisa pêk neyê tedbîran bigire." Lê ji ber ku derbarî vê tu tişt nehate kirin parêzera Malbata Dînk Prz. Fethiye Çetîn li ser navê malbatê serî li Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê da. Çetîn ji lijneyê name şand û Tirkiye tu gavan pêş de neavêtiye.

Çetîn anî ziman ku piştî biryara dadgehê serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dane û xwestine lêpirsînên ku bê ceza mane ji nû ve bê dest pêkirin, lê ligel salek li ser derbas bûye jî tu tişt nehatiye kirin. Çetîn, diyar kir ku li şûna ku bên cezakirin, peywirdarên cemaweriyê ku xwestine werin lêpirsînkirin, hatine xelatkirin. Çetîn anî ziman ku ji nameyên ku şandine Wezîrê Derve Ahmet Davutoglu, Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn û Wezîrê Navxweyî Beşîr Atalay tu encam derneketiye û wiha axivî: "Di nameya ku me 13.05.2012'an de ji Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) hatiye şandin derbarî tedbîrên ku hewceyî piştî biryarê hikûmet bigire, lê negirtiye agahî daye." Çetîn diyar kir ku di nameyê de derbarî plana çalakiyan a Hikumeta AKP'ê pêşkêşî Lijneya Wezîran a KE'yê kirine nirxandin hatiye kirin û wiha got: "Piştî pêşkêşkirina planê û heta niha hikumet tu gavên erênî neavêtiye. Hikumet di planê de her çiqas derbarî daraz û lêpirsînên ku darizandina wan didome û derbarî tedbîrên ku li hemberî van tê angaştkirin ku hatiye girtin bi dirêjî vedibêje, lê derbarî ji nû ve darizandin û biryara înfaza doza Dînk-Tirkiyeyê de tu agahiyên şênber nehatiye dayîn."