Malbata Şenyaşar: Têkoşîna me didome
Malbata Şenyaşar yên ku li Rihayê di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin ew ê dev ji parastina edaletê bernedin.
Malbata Şenyaşar yên ku li Rihayê di Nobeta Edaletê de ne diyar kirin ew ê dev ji parastina edaletê bernedin.
Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribû. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 790’an de didome.
Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbat nobetê li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Dîrok şahid e ku me dev ji parastina heqîqet û edaletê berneda. Em ê dev jê bernedin.”