Malbata Şenyaşar: Her roj em ê hesab bipirsin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku hatine qetilkirin li Rihayê çalakiya nobetê digire, got ew ê her roj hesêb bipirsin.
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku hatine qetilkirin li Rihayê çalakiya nobetê digire, got ew ê her roj hesêb bipirsin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 3 kes ji malbata wan ji hêla wekîlê AKP'yê Ibrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin, çalakiya xwe ya nobetê didomîne.
Malbat ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber koronayê çalakiya nobetê vê yekşemê nobetê li mala xwe ya Pirsûsê dewam dikir.
Malbata Şenyaşar malbatê weke her carê li ser hesabê Twîtterê peyman par ve kir:
Di peymanê de wiha hate gotin:
''Dozgerê ku li dozê dinere dibêje, ''Me 23 kesên ku li nexweşxanê komkujî kirine tespît kirine''. Ji bo ku tişta hewce were kirin dewleta hiqûqê li hêviya çiye? Ez hazir im ku îdîayên xwe bi belgeyên fermî ispat bikin. Bila ti kes şik û gumanê jê nebe, em ê her roj hesab bipirsin.''