Malbat nikarin cenazeyên gerîlayan ên hatine şewitandin nas bikin

Malbat nikarin cenazeyên gerîlayan ên hatine şewitandin nas bikin

Hejmara cenazeyên aydî HPG'iyan ên anîne saziya tiba edlî gihişt 5'an. Malbata gerîlayê HPG’ê Rifat Kizil (Çekdar Amed) ji ber bedenê wan şewitandine nekarîn cenazeyê xwe teşhîs bikin.

Piştî çalakiyên 19'yê Hezîranê ya li dijî qereqolên Oremar û Şitazinê di 22'yê Hezîranê de 4 cenazeyên gerîlayan anîn saziya tiba edlî Edeneyê. Cenaze piştî karûbarên otopsiyê bi biryara dozgeriyê birin morga goristana Asrî ya Edeneyê.

Dîsa cenazeyeke din ê gerîlayan ku tê gotin li bejahiya Dêrsimê jiyana xwe ji dest daye, anîne Saziya Tiba Edlî ya Edeneyê. Hat diyarkirin ku cenazeyê ji Dêrsimê anîne werimiye. Maltaba Rifat Kizil (Çekdar Amed) ji bo cenazeyê kurê xwe werbigirin vê sibê hatin Edeneyê. Malbata Kizil Endamên Rêxistina BDP'ya Edeneyê û Rêvebirên ÎHD'a Edeneyê bi hev re çûn morga saziya edlî tibê û ji wê derê jî ji bo cenazeyê xwe teşhîs bikin çûn morga goristana asrî. Lê ji ber cenaze şewitî bû malbatê nekarî cenazeyê xwe teşhîs bike. Tê payîn ku malbat bi fermana dozgeriyê derbasî midûriyeta siyasî ya edeneyê bibe û ji wê derê teşhîsa wêne bike. Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak jî bi cenazeyan re hat Edeneyê.

Apê gerîla Kizil, Hakki Kizil ku ket morgê li ser cenazeyan wiha got; "Em vê sibê hatin Edeneyê. Em destpêkê çûn saziya edlî tibê û ji wê derê jî derbasî morga goristana Asriyê. Cenaze nayên nasîn. Hemû bûne komir, şewitî ne. Me nekarî em cenazeyan teşhîs bikin. Dîsa em derbasî saziya tiba edlî bûn. Li wê derê cenazeyeke din hebû. Cenaze werimî û kurmî bibû. Ez çawa ketim hundir dilê min xeliya. Ez jî di rewşeke xirab de bû. Em ê bi alîkariya dozgeriyê derbasî TEM'a Edeneyê bibin. Em ê hewl bidin ku li ser wêneyê teşhîs bikin."