Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî, birayê Omer Hayrî Konar ê bi navê Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim ê bi navê Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş a bi navê Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin.