Li navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê dayîk, bav, kur û keçek, ango hemû endamên malbatê karê tamîra otoyan dikin. Gelê navçeyê him wana pîroz dikim û him jî matmayî dimînin. Tamîrkerê otoyan Muzaffer Tan bê berhosta bû, bi vî awayî hevser û zarokên xwe hîn û ji vê tengasiya xwe rizgar bû û diyar dike ku ji ber hemû malbat bi hev re dixebite, ew ji vê yekê pir keyfxweş in.
Hostayê tamîra otoyan Muzafer Tan da zanîn ku ew her tim bi pirsgirêka berhosta re rû bi rû bû û carekê hevsera wê Melîha Tan û keç û kurê wî jî hatine dikanê û alîkarî dane û ji wê rojê û pê ve dest bi xebatê kirine. Tan diyar kir ku kur û keça wî berhostatiyê dikin.
Hosta Muzafer da zanîn ku zêdetirê salek e malbata wan vî karê tamîra otoyan dikin û diyar kir ku ew ji tengasiya hotsa û berhostayan jî rizgar bûn û li aliyeke din jî ew rûmeta bi hev re xebetîna malbatê dijîn.
Hevsera wî Melîha Tan jî got; “Hevserê min her tim ji me re digot ku pirsgirêka wan a peydakirina berhostayan heye. Ji ber vê jî min jî biryar da ku alîkariya hevserê xwe bikim û ji wê rojê û pêve ez di dikana tamîra otoyan de alîkariya hevserê xwe dikim, xwarin amade dikim û karên hesaban dikim. Bi vî awayî em bi malbatî dixebitin û piştevaniya hev dikin. Berê karê mêran ji min re zor dihat, lê ez jî û heta keça min jî hîn bûn. Em bi malbatî bûne tamîrker”.
Gava hevserê wê ne li dikanê be gelek caran dikare motora derbixe û dîsa bi cih bike , rûnê wan biguherîne û paqijbike. Tan diyar kir ku ew ve yek ji bo malbata wan serbilindiyek e ku hemû bi hev re dixebitin.