'Ma zarokên Serokwezîr û Serokomar diçin şer?'

'Ma zarokên Serokwezîr û Serokomar diçin şer?'

Dayîkên Şemiyê di hefteya 393'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta birayên hev Efeoglu ku 20 sal berê hate windakirin pirsîn. Dayîkan diyar kirin ku, 30 salin pirsgirêk bi şer çareser nebûye, lê dîsa meclîsê biryara tezkereyê da û gotin 'Em êdî şer û êşên nû naxwazin."

Dayîkên Şemiyê ku her hefte li Qada Galasatasarê çalakiyan pêk tînin di hefteya 393'an de dîsa li Galatasarayê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Dayîkan dîsa wêneyên windayan bi qurnefîlan xemilandin û pankarta "Kiryar diyarin, winda li ku ne? vekirin. Dayîkan daxwaza edaletê kir û xwest aqûbeta windayan ronî bibe. Dayîkan vê hefteyê çîroka birayên hev Ayhan Egeoglu ku li Zaningeha Yildiz Teknikê dixwen û piştî wê 15 meh şûn ve Alî Efeogluyê hate windakirin xwendin

'EM ÊŞÊN NÛ NAXWAZIN'

Hevjîna Fehmî Tosun ya di sala 1995'an de hevjînê xwe windakir Hanim Tosun axivî û diyar kir ku, ew bi fikarin ku kujer neyên darizandin û winda neyên dîtin. Tosun bang li raya giştî û gelê Tirkiyeyê kir û wiha got: "Ma gelê tirk kore. Hûn korin? We çima dengê xwe dernexist? Rayedarên dewletê bêxemin. Ma wijdanê rayedarên dewletê tunene çima deng ji we jî nayê."

Birayê Kenan Bîlgîn yê di sala 1994'an de hate windakirin Îrfan Bîlgîn jî anî ziman ku, êdî tiştên ew ji meclîsê re bêje nemaye û bang li gel dikin û wiha got "Hikûmeta AKP'ê hemû heq û hiqûqan binpê dike."

‘MA ZAROKÊN SEROKWEZÎR Û SEROK KOMAR DIÇIN ŞER?’

Birayê Nûrettîn Yedigol yê di sala 1981'an de hate revandin û windakirin Muzaffer Yedîgol jî anî ziman ku, 30 salin şer heye û pirsgirêk bi şer çareser nebûye û wiha got: "Niha amadekariya şerê Sûriyeyê dikin. Em şer naxwazin. Em aştî û çareseriyê dixwazin. Ma gelo, serokwezîr û serokomar zarokên xwe dişînin leşkeriyê û qadên şer. Ev ne şerê me ye. Em bi her re ji şer re bêjin na."

Piştî axaftinan Zeynep Tanbay daxuyanî da û wiha got: "Ayhan Efeoglu 20 sal berê dema li Zanîngeha Yildiz Teknîkê dixwend li ber zanîngehê hate binçavkirin û windakirin. Pşitî 15 meh şûnde birayê wî Alî Efeoglu hate binçavkirin û windakirin. Lê hita nihader barê birayên hev Efeogluyan de de tu gav nehatine avêtin.

Berpirisyarê wan Serokwezîr, Serokomar û rayedarên dewletê ne."