Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropa (KE) ji bo lêkolîna girtîgehên li Tirkiyeyê heyetek “ad hoc” şand Tirkiyeyê. CPT’yê di daxuyaniya da de diyar kir ku ew ê di serî de Pozantî û hemû girtîgehên zarokan lêkolîn bikin. CTP’yê da diyarkirin ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî anîne rojeva xwe.
Di daxuyaniya di malpera vermî ya CPT’yê de hat weşandin de, hat ragihandin ku heyeta “ad hoc” a CPT’yê di 21-28’ê hezîranê de serdana Tirkiyeyê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Armanca sereke ya vê serdanê ew bû ku, em îdîayên der barê mûameleyên xirab ên li Pozantiyê li hemberî zarokên girtî pêk hatin, rewşa zarokên girtî û mûameleyên li wan tên kirin lêkolîn bikin.”
Delegasyonê diyar kir ku ew çûne serdana Girtîgeha Sîncan a Enqereyê ya ku zarok ji Pozantiyê veguhestibûn wir, Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê, Girtîgeha Dîlokê û Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û beşên zarok têde dimînin hatine lêkolînkirin. CPT’yê da diyarkirin ku wana der barê şewatên di meha hezîranê de li girtîgehan pêk hatin de bi gelek rayedarên Tirk re hevdîtin pêk anîne. Di 16’ê hezîranê de di encama şewata li Girtîgeha Rihayê de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn.
Delegasyona CPT’yê diyar kir ku wana rewşa Ocalan jî anîe rojevê, lê nehat gotin ka hevdîtin bi Ocalan re pêk anîn an na. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Delegasyonên pirsên cûda yên der barê Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a ya Îmraliyê ya bi Ewlehiya Bilind de anîne rojevê. Ji bo ev girtî bikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin, baldariyek taybet hat nîşandan.”
Hat diyarkirin ku di çarçoveya hevdîtinan de bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn û rayedarên payebilind ên Wezareta Derve re jî hevdîtin pêk hatine. Hat ragihandin ku hevdîtin bi nunerên UNICEF ên Enqereyê, Komeleya Mafê Mirovan û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê re jî hatiye pêkanîn.