MÎT’ê li Laheyê li hemberî Kurdan ‘lîsteyên mirinê’ amade kir!
Rojnameya De Telegraff a li Hollandayê diyar kir ku serwîsên îstîxbaratê yên Tirkan li Ewrûpayê li hemberî Kurdan ‘lîsteyên mirinê’ amade kirine.
Rojnameya De Telegraff a li Hollandayê diyar kir ku serwîsên îstîxbaratê yên Tirkan li Ewrûpayê li hemberî Kurdan ‘lîsteyên mirinê’ amade kirine.
Li gorî rojnameyê baregeheke MÎT’ê li Laheyê heye.
Tê diyarkirin ku li vê baregehê li hemberî çalakvanên Kurd ên li Ewrûpayê “lîsteyên mirinê” hatine amadekirin. Rojnameya De Telegraafê bi sernavê “Lahey bûye hêlîna sîxurên Tirkan” ragihand. Ev nûçe xwe dispêre axaftina peywirdarekî MÎT’ê yê li Laheyê ya bi ajanê MÎT’ê Mûstafa Karataş ê li Hambûrgê dijî.
Di vê qeydê de ya ku bi riya posteyê ji Cansû Ozdemîr ya ku Endama Meclîsa Şaredariya Hambûrgê ye hatibû şandin û ANF’ê hefteya borî weşandibû, Karataş ê sîxur û peywirdarê MÎT’ê qala lîsteya mirinê dikirin.
Lîste bi gotina “PKK’yiyên ku divê werin tunekirin” dihat îfadekirin. Ev qeyd dabûn polîsên Hambûrgê jî.
Li gorî nûçeya rojnameya Hollandayê, peywirdarê MÎT’ê dibêje “Têkildarî parlementera kevn a BDP’ê Sevahîr Bayindir em nikarin agahiyan werbigirin.”
Peywirdarê MÎT’ê dibêje “Zêde cihê xwe diguherîne. Ji ber ku parlementera kevn e, zêde tê parastin. Ne mumkun e mirov wê ji holê rake. Divê beriya operasyonê 3 saetan jî haya me jê hebe.”
Mûstafa Karataş ê sîxur dibêje “Pere ji min re lazim e” û kesê li hember dibêje “Ez ji şefê xwe yê li Laheyê bipirsim. Ji bo axaftina vê mijarê divê ez herim Laheyê.”
Rojnameya De Telegraafê destnîşan dike ku ev axaftin diyar dike ku li Laheyê navendeke MÎT’ê heye.
Rojnameyê diyar kir ku dewleta Hollanda bi awayekî cîddî li ser vê îddîayê sekiniye lê daxuyaniyeke fermî nedaye.
Li gorî rojnameyê pisporê terorê Edwîn Bakker gotiye ku Tirkiye çalakiyên PKK’ê yên li Ewrûpayê dişopîne û dibe ku li Laheyê baregeha wan hebe.
Qeyda deng a Mûstafa Karataş ê sîxur a ku di ANF’ê de hatibû weşandin: