Liv û tevgera DAÎŞ'ê ya li Iraqê zêde bû
Liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmên nakok zêde bûye. Di êrîşa şeva bihurî de ya li Sergeran a Qereçoxê de bi qasî hatî zelalkirin 3 leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.
Liv û tevgera çeteyên DAÎŞ’ê ya li herêmên nakok zêde bûye. Di êrîşa şeva bihurî de ya li Sergeran a Qereçoxê de bi qasî hatî zelalkirin 3 leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.
Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmên nakok dema dawî pir zêde bûne. DAÎŞ’ê li herêma Sergeran a çiyayê Qereçûxê şeva bihurî êrîş bire ser leşkerên artêşa Iraqê û şer derket.
Li gorî agahiyên hatin girtin bi şev bombeyek bi leşkerên Lîwaya 51'ê ya Firqeya 14'an a ıraqê ve hatiye teqandin û piştre şer qewimî ye.
Hate zanîn ku êrîş li herêma Sengeran pêk hatiye û li gorî agahiyên ewilê 3 leşker hatine kuştin 2 jî birîndar bûne. Ji ber êrîş û metirsiyê ev herêmê beşek hatiye valakirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dema dawî hem tevger û hem jî êrîşên DAÎŞ’ê ya li van herêman zêdetir bûye.
GELEK CARÎ ÇETEYAN ÊRÎŞ KIRIN
4’ê Kanûnê çeteyên DAÎŞ’ê li Ajîkend û Qelata Soran ên dikeve çiyayê Qereçox ketibûn nava tevgerê û artêşa Iraqê ya bi vê hesiyan, ew dan ber topan û li dijî wan operasyon dabû destpêkirin. Li gorî agahiyên hatibû parvekirin hinek çete hatibû kuştin.
7’ê Kanûnê çavkaniyek Ewlekariyê ragihand ku di danê siharê Hêzên Parastina Hewayî yên Iraqê bi balefirên bê mirov operasyonek li çiyayê Hemrîn pêkanîn û di encamê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Herî dawî 18’ê Kanûnê li gundê Sefreî ya dikeve Riyad a ser bi Kerkûkê dema karwanek ya polîsên Iraqê derbas dibe çeteyên DAÎŞ’ê mayîna ku berê çandibû, diteqînin û herî kêm 8 polîs hatibûn kuştin û 2 jî birîndar bûbûn.
Tevî ku bi dehan car li van herêman çeteyên DAÎŞ’ê êrîş dikin, ne hikûmeta Iraqê û ne jî hêzên Pêşmerge yên ser bi PDK’ê nekarîne van êrîşan bidin rawestandin û tine bikin.