Piştî Sûriyeyê balefirek şer ya Tirkiyeyê xist, Lijneya Wezîran di bin serokatiya Serokwezîrê Tirk Erdogan de kombûn.
Lijneya Wezîran ya li Avahiya Navenda Serokwezîrtiyê kombûn, dê balefira şer ya Tirkiyeyê ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatibû xistin binirxînin.
Serokê Tevgera Hêzên Hewayî Tumgeneral Ateş Mehmet Îrez jî tevlî civînê dibe. Hat hînbûn ku, dê Tumgeneral Îrez di derbarê mijara xistina balefirê de pêşkêşkirinekê bide Lijneya Wezîran.