Ligel ku nexweş e zext li Tûglûk tê kirin ku parastinê bike
Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku di girtîgehê de bi nexweşiya demansê ketibû, doz lê hatibû vekirin. Ji bo ku xwe biparêze zext li Tûglûk tê kirin.
Siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku di girtîgehê de bi nexweşiya demansê ketibû, doz lê hatibû vekirin. Ji bo ku xwe biparêze zext li Tûglûk tê kirin.
Ji ber nexweşiya demansê ku rê li ber jibîrkirinê û pêşî li ber fikirîna sîstematîk digire, Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk biryara binpêkirinê dabû. Bi biryara AYM’ê re jî Tûglûk di 27’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû berdan. Lê belê piştî berdanê, derheqê Tûglûk de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku li dosyaya dozê dinihêre, biryar da ku Tûglûk bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) xwe biparêze.
Rûniştina doza Tûglûk di 5’ê Gulanê de hat lidarxistin. Tûglûk, ji ber nexweşiya xwe tev li rûniştinê nebû. Parêzerê Tûglûk, Serdar Çelebî got ku heta muwekîla wî baş dibe cezayê wê hatiye taloqkirin û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim ku ev rewş ji bo darizandinê weke ‘mijara rawestandinê’ bê destgirtin. Muwekîla min ji hêla fîzîkî ve tenê dimeşe lê hemû pêdiviyên wê ji hêla kesên din ve tên bicihanîn. Ez dixwazim ku darizandin bê sekinandin.” Dadgehê jî biryar da ku ji bo tespîtkirina îdiayên derheqê Tûglûk de kirariyên pêwîst bên kirin, heke ferman were nivîsandin jî ji bo li ser SEGBÎS’ê tev li rûniştinê bibe divê were nivîsandin.
Her wiha dadgehê biryar da ku heke nivîsa nêrînê ya ku 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo rewşa Tûglûk ji Saziya Tipa Edlî (ATK) xwestî were, ew nivîs ji wan re bê şandin. Dadgehê di heman demê de biryar da ku doza “propagandaya rêxistinê” ya li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê tê dîtin û dosyaya di destê wan de bibin yek.
Ji parêzerên Tûglûk Çelebî û Reyhan Yalçindag jî îtîrazî darizandina muwekîla xwe û zexta parastinê kirin. Parêzeran got ku dema muwekîla wan li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Kocaeliyê, teşhîsa demansê hatiye kirin û ATK’ê jî rapora “nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî” daye. Di daxwaznameya îtîrazê de her wiha biryara AYM’ê ya ji bo Tûglûk hate bibîrxistin. Her wiha hat gotin ku tedaviyeke mayînde û ya başkirinê ji bo nexweşiya Tûglûk tune ye, rewşa wê roj bi roj giran dibe, di 3’yê Gulana 2023’yan de li 3’yemîn Daîreya Îhtîsasê ya ATK’ê muayene bûye û rapora wê hêj nehatiye amadekirin.
Daxwazname wiha bi dawî dibe: “Di nava van şert û mercan de mimkin nîne ku muwekîla me beşdarî rûniştinan bibe. Domandina teqîbata derheqê muwekîla me de wê li gorî rewşa wê were diyarkirin. Muwekîla me li Stenbolê bi refeqeta mirovên din dijî. Em dixwazin ku ewraqa fermanê ya ji bo îfadeyê paşve bê girtin û darizandina wê were sekinandin.”